Kamîla Eskalantê, Nûçegihana Press TV`yê di nav papora cîhanî ya Sumûdê de
Nûçegihana Press TV`yê di nav papora cîhanî ya Sumûdê de dibêje ku ew dixwazin me bitirsînin, lê tu tiştek nikare îradeya me ya ji bo gihandina alîkariyê ji bo gelê Xezzeyê rawestîne. * Em şiroveyên Kamîla Eskalantê li ser êrişa Rejîma Siyonîst bi xwefiran ser Papora deryayî ya Sumûdê bibînin.
Papora cîhanî ya Sumûdê ragihand ku yek ji qayiqên sereke yên vê karwanê bi navê qayiqa FAMILY ku ji Tunisê derketiye û endamên komîteya stratejîk, ji wan Tiyago Sîlwa , Gerta Tunbêrg û Yasîn Akar têde bûn , li avên Tunisê ket ber êrişa bi xwefiran. Di vê êrişê de dikê sereke û beşa depoyê li binê dikê agir pêket û zirar dît. Ev êriş ji bo çêkirina tirsê bû û şikur, hemî rêwî tam silamet in û di demek nêzîk de dê li ser vê mijarê civîneke çapemeniyê were lidarxistin. Ez niha li ser dikê qayiqa Adarayê me, yek ji wan pênc qayiqên ku sercem dibin 7 qayiq. Hin ji van qayiqan lii deryaya Medîteranê ne û ber bi Tunisê ve diçin û biryar e sibê bighêjin wir. Hin ji wan niha nêzîkî peravên Tunisê bûne û reng e ku îro bisekinin. Lewma her tişt li gorî plana me bi pêşde diçe. Em micid in ku vê peywirê bi dawî bînin. Erkê ku armanca wê rakirina dorpêça Xezzeyê ye. Em niha li benda agahdariya fermî ne. Bê guman, vîdyo li ser medyaya civakî belav bûne û hin tirs çêkirine ku divê ez bibêjim ku hin girîng nîne. Ya girîng ew e ku serkeftina vê peywirê were misogerkirin ku armanca vê karwanê ye.