Îlon 02, 2025 18:16 Asia/Tehran
  • Li Menamê di navbera hêzên Ewlehiyê û xwenîşanderên piştgirê Xezzê de pevçûn derket

Xelkê Behrêynê wek nerizamendiya li hember asayîkirina peywendiyên bi Rejîma Siyonîst re û nerizamendiya li hember vegera balyozê vê rejîmê bo Menamê, bi hêzên ewlehiyê re ketin şerr û pevçûnê.

Xwenîşanderan ji bilî ragihandina hevgirtîbûna xwe bi xelkê Xezzê re, li hember pejirandina bawernameya Şemûêl Rêwêl, balyozê nû yê Rejîma Siyonîst li Behrêynê jî nerazîbûn nîşan dan.

Xwenîşanderan di vê xwenîşandanê de pêgîrî kirin ku xelkê Behrêynê ti berpirsyariyek li hember nihêrîna hikûmî ya hevgirtî bi Siyonîsmê re tinene. Ev xwenîşandan piştî vegera balyozê Rejîma Siyonîst bo Menamê hate lidarxistin.

Serepeyv