Lavrov: Welatên rojavayî rikeberên xwe serkut dikin
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê welatên rojavayî tawanbar kir ku bi bikaranîna narewa ya Dolar, hewl dide rikeberên xwe serkut bike.
Sêrgêy Lavrov got: Welatên rojavayî pirr hewl didin nehêlin serûberiyeka çendcemserî ya cîhanî pêk were û bi vî awayî serdestiya xwe biparêze. Wî herwiha got: Welatên rojavayî dewsa muzakire û rikeberiya bi însaf, bera xwe didin gefxwerin, zext û boykotan. Lavrov got: Welatên rojavayî dijî welatên din şerrê gumrokî li dar dixin û ew kiryar ti têkiliya xwe bi berevaniya ji mafên rewa yên welatên rojavayî li abor û siyaseta cîhanê re tine û tenê amûrek ji bo serkutkirina rikeberên wan e. Nika ji bo hemiyan aşkera ye ku ev rikeberên cîhanî ne tenê bihêztir bûne, belke di gelek waran de pêş welatên rojavayî jî ketine.