Jordaçûna hejmara gorîyên lehîyên demsalî li Pakistanê
Hejmara gorîyên lehîyên demsalî di 2 mehên buhurî da li Pakistanê rabû 854 kesî û di vê heyamê da bi hezaran kesî jî birîndar bûne u yan tûşî zîyanê bûne.
Rêxistina Netewî ya Kontrolkirina Qeyranê ya Pakistanê ragihand: Di 24 saetên buhurî da 23 kesî li eyaletên Pencab, Xeyber- Pextûnxah û Belûçistanê di encama lehîyê da can daye û 9 kes jî birîndar bûne.
Li gorî agahîyan, 18 kesî li eyaleta Pencabê û 4 kesan jî li Xeyber- Pextûnxahê u kesekî jî li Belûçistanê di encama baranên guj da can dane.
Hejmara gorîyên lehîyên demsalî di 2 mehên buhurî da li Pakistanê rabû 854 kesî û di vê heyamê da hezar û 130 kes jî birîndar bûne. Ji ber baranên guj çem u rûbar serî radikin û di encamê da li herêmên herî qerebalix ên Pakistanê ji wan li şarên Lahûr, Sîyalkût û Moltanê lehî rabûye.