New York- Bi hezaran kesî xwest birsîhîştina gelê Xezzeyê were bidawîhanîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i355801-new_york_bi_hezaran_kesî_xwest_birsîhîştina_gelê_xezzeyê_were_bidawîhanîn
Li şarê New Yorkê bi hezaran kesî bi xwenîşandana piştgirîya ji Filistînê xwestin ku birsîragiritna gelê Xezzeyê were bidawîhanîn.
(last modified 2025-08-17T10:54:53+00:00 )
Tebax 17, 2025 14:09 Asia/Tehran
  • New York- Bi hezaran kesî xwest birsîhîştina gelê Xezzeyê were bidawîhanîn

Li şarê New Yorkê bi hezaran kesî bi xwenîşandana piştgirîya ji Filistînê xwestin ku birsîragiritna gelê Xezzeyê were bidawîhanîn.

Ev xwenîşandana ku li ber pirtûkxana giştî ya New Yorkê hat lidarxistin, yekem xwenîşandana berfire li Amerkayê bi mijara birsîragiritna gelê Xezzeyê ya bi destê Rejîma Sîyonîst e û rêkxerên wê ragihandin ku bi dehan hezar kes ku hinek ji wan bi otobusan ji şarên din hatibûn New Yorkê, di vê xwenîşandanê da beşdar bûn. 

Li ser pankardên ku nerazîyan dabûn destê xwe, wiha hatibû nivîsîn: ``Birsîhîştina li Xezzeyê hema nika bi dawî bînin``, ``xwarekê bidin zarokên li Xezzeyê``.