Tebax 14, 2025 13:13 Asia/Tehran
  • Êrişa kesên çekdar ser 8 herêman li Pakistanê

Di encama êrişa milîtanan ser binke, xalên lêgerîn û hêzên polîs ên gerok li 8 herêmên parêzgeha aloz a Xeyber- Pextûnxwahê ku ketîye bakur-rojavaya Pakistanê da, herîkêm 6 leşker hatin kuştin.

Mihemed- Elî Babaxêl rayedarê polîs ê Pakistanê gotîye ku di encama wan êrişana da 7 leşekr jî hatine birîndarkirin. 

Koma terorîst a Tehrîk- Taliban a Pakistanê berpirsyarîya wan êrişên di şeva buhurî da daye ustîyê xwe.

Êrişên milîtanan ser leşkerên Pakistanê di çend mehên vê dawîyê da zêde bûne û ev yeka di halekî da ye ku kêmbûna alavên pêwîst hêzên polîs ên vî welatî pêrgî pirsgirêkê kirîye. 

Serepeyv