Dezgeha Cîhanî ya Xwarekê: Nabe Xezze di nav xela û birsîbûnê da bimîne
Bidû berdewambûna cinayetên Rejîma Sîyonîst ku bûne sedema qeyrana merivî ya giran li Xezzeyê, Dezgeha Cîhanî ya Xwarekê pêgirî kir: Meriv nikare Xezzeyê di nav xela û birsîbûnê di halê xwe da bihêle.
Rejîma Sîyonîst bi awayekî ssîtematîk êrişî navendên parvekirina alîkarîyan û cîyên xelknişîn dike û nahêle alîkarîyên merivdostîyê derbasî Xezzeyê bên kirin. Di encama êrişa nda qeyrana merivî ya li Xezzeyê kûrtir û girantir bûye.
Dezgeha Cîhanî ya Xwarekê di daxûyanîyekê da ragihand: Meriv nikare Xezzeyê di halê birsîbûn u xelayê da bihêle u divê rojê herîkêm 100 kamyonên hilgirê alîakrîyên merivdostîyê derbasî vê herêmê bibin.
Di dewama vê daxûyanîyê da hatîye ku zêde ji 5 mehan e ku rê nehatîye dayîn alîkarîyên merivdostîyê ji wan derman û alavên pizişkî derbasî Xezzeyê werin kirin. UNRWAyê jî ragihandîye ku tevî hişyarîdayîna çend rêxistinên navdewletî ku dibêjin şandina alîkarîyên merivdostîyê ji rêya hewayî xercê wê heye û bi kêr nayê, jordeavêtina alîkarîyan li esmanê Xezzeyê didome.
Hemasê jî di daxûyanîyekê da amajeyî vê yekê kir ku birsîragirtina niştecîyên Xezzeyê yek ji rûpelên herî biwehşet ên jînosayda himberî gelê Filistînê ye û ragihand: Jordeavêtina alîkarîyan tenê propagande ye. Xezze şiklê herî giran ê xelayê derbas dike, bi awayekî ku yek ji sêyê nifûsa vê herêmê ji ber birsîmayîna çendrojî dinale û tûşî bedxworakîya giran bûye û zêde ji 300 hezar zarok li ber xetera ciddî ne.