Salvegera 80yan a bombebarana atomî ya Hîroşîmaya Japonê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i355652-salvegera_80yan_a_bombebarana_atomî_ya_hîroşîmaya_japonê
Merasima 80yemîn salvegera bombebarana atomî ya Hîroşîmayê li Japonê hat lidarxistin.
(last modified 2025-08-06T14:41:53+00:00 )
Tebax 06, 2025 15:32 Asia/Tehran
  • Salvegera 80yan a bombebarana atomî ya Hîroşîmaya Japonê

Merasima 80yemîn salvegera bombebarana atomî ya Hîroşîmayê li Japonê hat lidarxistin.

Di vê merasimê da ku nêzî 55 hezar kes beşdar bûn, bi dehan hezar gorîyên vê bombebaranê û kesên ku bi dehan sal e ji ber dûhatên radyoektîva di encamê da êş û rencan dikişînin, hatin bibîranîn. Beşdarên merasimê wek rêzgirtina himber gorîyên vê bombebarana atomî xulekekê bêdeng man.  

Japon tenha welatê cîhaên ye ku di şerê Cîhanê yê Duyem da ket ber êrişa atomî ya Amerîkayê. Japonê vê rojê, wek roja reş di dîroka xwe da dizane.