Xwenîşandana piştgirên Filistînê
Gelên şarên curbicur ên cîhanê bi nîşana piştgirîya ji Xezzeyê û daxwaza pêkanîna agirbesê, dest bi xwenîşandanê kirin.
Bi sedan hezar kes ji piştgirên Filistînê li Australîyayê ji bo nîşandayîna piştgirîya ji gelê Xezzeyê û neyartîya hibmer cinayetên Rejîma Sîyonîst daketin kolanan. Li Beljîk, Swêd, Fransa û Almanê jî xwenîşandaneke bi vî rengî hat lidarxistin.
Li Merakişê jî bi dehan mafnas û çalakên civaka sivîl bi greva birsîbûnê li Rebatê, nerazîbûna xwe himber sîyaseta Rejîma Sîyonîst a birsîragirtina filistînîyên Zîvala Xezzeyê nîşan dan.
Niştecîyên Ramellahê ku ketîye rexê rojavaya çemê Urdinê jî bi nîşana piştgirîya ji Xezzeyê û şermezarkirina birsîhîştina filistînîyên Xezzeyê û destdirêjîyên Rejîma Sîyonîst dest bi xwenîşandanê kirin.