Tîrmeh 31, 2025 14:01 Asia/Tehran
  • Eşkerekirina Waşington Post : 18 hezar û 500 zarok li Xezzeyê şehîd Bûn

Medyaya Amerîkî bal kişand ser cinayetên Rejîma Siyonîst dijî gelê Filistînê, bi taybetî li Xezzeyê, ragihand ku zêdetirî 60 hezar kes ji xelkê Xezzeyê şehîd bûne ku 18 hezar û 500 ji wan zarok bûn. Vê medyayê her wiha lîsteyek ji navên zarokên şehîd ên Xezzeyê weşand.

Ji 7ê Cotmeha 2023an ve, Rejîma Siyonîst şerekî hovane û bêhempa dijî gelê Filistînê, bi taybetî li Xezzeyê, daye destpêkirin, ku di encamê de zêdetirî 60 hezar filistînî şehîd bûne, ku gelek ji wan jin, zarok û kal û pîr pêk tînin. Gelê Xezzeyê ji xwarin, derman, av û elektrîkê bêpar mane, binesaziya sivîl kirine hedef û heta nexweşxane û dibistan jî rastî êrişan hatine. Komkujî, birçîbûna da sepandî  û bombebarana deverên xelknişîn bi awayekî eşkere cinayetên şer û binpêkirinên giran ên mafên mirovan ji aliyê rejîma Siyonîst ve ne. Rojnameya Waşington Post, navên zarokên şehîd ên li Xezzeyê rêz dike û dinivîse: Hin ji zarokên şehîd di nav nivînan de bûn an jî dema lîstinê şehîd bûn.

 Katrîn Rasil Rêvebera Giştî ya UNICEFê  jî tekez kir ku Xezze cihê herî xeternak  ê cîhanê ji bo zarokan  e û diyar kir ku li gorî belgeyan, ji destpêka şer ve di her sietekê zarokek li Xezzeyê şehîd dibe. Wê vê mehê ji Konseya Ewlehiyê ya NY re got:  bîstikekê xeyal bikin . Ev nêzîkî du salan e, her roj  poleke dersê tijî zarok tên kuştin. 

Samêr Ettar neştergerekî amerîkî ku di gelek  peywirdariya  pizîşkî yên  xwebexşane  li Xezzeyê xizmet kiriye, got ku wî termên zarokan dîtiy ku  nehatinenaskirin,  endamên leşên wan hatien birrîn an jêkirin. Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê her wiha ragihand ku zêdetirî 147 kes, ji wan 88 zarok, li seranserê Xezzeyê ji ber kêmbûna xurekê jiyan axwe ji dest dane.  Nivîsgeha mafên mirovan a NY di 22ê Tîrmehê got ku zêdetirî  hezar filistînî dema ku hewl didan xwarinê peyda bikin  hatine, şehîd kirin.

Serepeyv