Xezze- Hejmara nûçegîhanên şehîd rabû 231 kesî
Bi şehîdbûna Tamer Zeanîn û Wila Ce`berî 2 nûçegîhanên filistînî, hejmara medyakarên şehîd ji destpêka şêrr va heta nika rabû 231 kesî.
Di encama êrişa hewayî ya Rejîma Sîyonîst a dagirker ser rojavaya Xezzeyê da, Wila Ce`berî nûçegîhanê filistînî, hevsera wî û 5 zarokên wî hatin şehîdkirin.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Hikûmeta Filistînê li Xezzeyê di daxûyanîyekê da ji Yekitîya Cîhanî ya Nûçegîhan û Rojnamevanan xwest ku êrişa Rejîma Sîyonîst ser nûçegîhanan şermezar bike.
Di dewama vê daxûyanîyê da hatîye: Em terora biarmanc p kuştina sîstematîk a nûçegîhanên filistînî ya bi destê Rejîma Sîyonîst a dagirker bi tundtirîn şiklê pêkan şermezar dikin. Em rejîma dagirker, dewleta Amerîkayê û hemî welatên beşdarê jînosaydê, berpirsê van kiryarên hovane dizanin.