Piştgirîya berfire ji Filistînê û daxwaza sekinandina jînosayda li Xezzeyê
Li welatên curbicur xwenîşandaneke berfire bi nîşana piştgirîya ji gelê mezlûm ê Xezzeyê û daxwaza sekinandina xela û jînosayda bi destê Rejîma Sîyonîst hat lidarxistin.
Bi berdewambûna şerê qirrkirina yê Rejîma Sîyonîst a dagirker himber Xezzeyê, bi hezaran kes li welatên curbicur xwenîşandana ji bo şermezarkirina cinayetên cengê û dorpêça ser Xezzeyê ku bi destê sîyonîstan tên meşandin, hat lidarxistin.
Li şarê Sanfiransîsko yê Amerîkayê di xwenîşandanekê da tevî şermezarkirina jînosayda bi destê Rejîma Sîyonîst a li Xezzeyê, hat xwestin ku xela û şerê ji bo qirrkirinê li Xezzeyê were sekinandin.
Niştecîyên Şîkagoyê jî bi nîşana nerazîbûna himber şerê jînosaydê û birsîhîştina niştecîyên Xezzeyê dest bi xwenîşandanê kirin. Ev xwenîşandana ji bo piştgirîya ji gelê Xezzeyê, li çend şarên din ên Amerîkayê ji wan Nîyocersî û Masaçosêtê jî hat lidarxistin. Xwenîşanderan di vê xwenîşandanê da xwestin ku piştgirîyê bidin planên boykotkirin û sekinandina çekan bo Israyîlê.
Bilî Amerîkayê, li Urdin, Swêd, Merakiş, Alman û Beljîkê jî xwenîşandana hevgirtina tev Filistînê û şermezarkirina cinayetên cengê yên Rejîma Sîyonîst ku li Xezzeyê pêk tên, hat lidarxistin.
Di xwenîşandanên li hin welatan ku bi durişma ``bêdeng nemînin`` hat lidarxistin, bêdengîya fermî ya welatên ereb li himber cinayet û qirrkirina gel ên li Xezzeyê hatin şermezarkirin û hat xwestin ku welatên ereb pêngaveek ciddî ji bo sekinandina şêrr û cinayetên Rejîma Sîyonîst rakin.
Ev nerazîbûn û xwenîşandan di halekî da hatin lidarxistin ku ji 7ê Cotmeha sala 2023yê va, Rejîma Sîyonîst bi piştgirîya Amerîkayê şerê qirrkirinê li Xezzeyê dest pê kirîye ku kuştin, birsîhîştin, wêrankirin û awarebûn û koçberkirinê digire ber xwe.