200 kuştî, Hejmara herî dawî ya qurbaniyên barana giran û bikuj li Pakistanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i355406-200_kuştî_hejmara_herî_dawî_ya_qurbaniyên_barana_giran_û_bikuj_li_pakistanê
Agahiyên fermî li Pakistanê nîşan didin ku ji ber barana guj û giran di hefteyên derbasbûyî de li navçeyên curbicur ji wan li eyaleta Pencabê 200 kes hatine kuştn.
(last modified 2025-07-19T11:36:04+00:00 )
Tîrmeh 19, 2025 10:04 Asia/Tehran
  • 200 kuştî, Hejmara herî dawî ya qurbaniyên barana giran û bikuj li Pakistanê

Agahiyên fermî li Pakistanê nîşan didin ku ji ber barana guj û giran di hefteyên derbasbûyî de li navçeyên curbicur ji wan li eyaleta Pencabê 200 kes hatine kuştn.

Medyaya Pakistanî îro ragihand ku hejmara qurbaniyên bûyerên têkildarî barana guj û giran gihîştiye 200 kesan, ku piraniya van mirinan li parêzgeha Pencabê qewimîne.

Kesên gorî ji destpêka heyamê  baranên demsalê ji dawiya Hezîranê heta duh, di bûyerên wekî lehî, lêdana birûskê, hezaza erdê, hilweşîna banên xaniyan û şoka elektrîkê de qurbaniyan jiyana xwe ji dest dane. Di vî warî de, 96 zarok li parêzgehên Xeyber Pextûnxwa û Pencabê di nava qurbaniyan de hene.

Di sê hefteyên borî de, herî kêm 560 kes, ji wan 182 zarok, di van baranên bêhempa de birîndar bûne.