Rexneya UNRWAyê ji berdewamiya cinayetên Rejîma Siyonîst
Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkarî û Peydakirina Kar ji bo Awareyên Filistînî yaNY (UNRWA) ragehand ku tiştê ku li Xezzeyê diqewime ji navbirina nifşekî ye û pirsgirêkek jibo pergala navneteweyî ye.
Fîlî Lazarînî Komîserê Giştî yê UNRWAyê, tevî diyarkirina dilnîgeraniya xwe ya kûr derheq rewşa karesatbar a li Xezzeyê destnîşan kir: Li Xezzeyê, malbat û tax bi teeavhî tên ji nav birinû em şahidê wêrankirina tam nifşekî ne."Lazarini di dewamê de teqez kir : tiştê ku li Xezzeyê diqewime ji karesateke mirovî wêdetir e û di rastiyê de qeyraneke kûr ji bo pergala cîhanî ya lser bingeha qanûn û prensîbên mafên mirovan e.
Ji aliyê din ve, Tom Fleçer, Cîgirê Sekreterê Giştî yê Karûbarên Mirovî, jî li ser xirabûna rewşa li Xezzeyê hişyarî da û ragihand ku asta birçîbûna zarokan li herêmê gihîştiye asta xwe ya herî bilind ji destpêka şer ve di meha Hezîranê de.Vî Karbidestê NY her wiha got ku li Xezzeyê xwarek bi dawî bûye û mirovên ku ji bo peydakirina xwarinê ji malên xwe derdikevin rastî gulebarana leşkerên Îsraîlê tên, ev yek jî jiyana bi hezaran sivîlan dixe xeterê.
Şadî Osman, berdevka Yekîtiya Ewropayê li Filistînê, jî bi ragehandina vê yekê ku vê Yekîtiyê ji bo gîhandina alîkariyê ji bo Xezzeyê peymanek bi rejîma Îsraîlê re îmze kiriye û ragehand ku gelek alîkariyên mirovî amade ne ku ji bo hemî deverên Xezzeyê werin şandin, lê rejîma Siyonîst hîn destûr nedaye ku ev alîkarî werin şandin. Cozêp Borêl Berpirsê berê yê siyaseta derve ya YEyê rexne li xemsariya vê Yekîtiyê di şandina alîkariyê bo xelkê Xezzeyê de girt û got: Divê Yekîtiya Ewropayê eşkere helwesta xwe derbarê binpêkirina qanûnên mafên mirovan li Xezzeyê ji aliyê rejîma siyonîst ve diyar bike.