Serkutkirina xwenîşandana dijî jînûsaydê li Xezzê ji aliyê polîsê Almanê ve
Di dewama xwenîşandanên li gişt cîhanê li hember şerrê jînûsaydê ya Rejîma Siyonîst li Xezzê, bi sedan kes ji piştgirên Filistînê li meydana Nêpton a bajarê Bêrlînê kom bûn lê rastî serkutkirina giran a polîsê Almanê ve hatin.
Xwenîşanderan bi rakiirna alayên Filistînê û hin pilakardaên ku li ser wan nivîsîbûn Eva şer nîne, jînûsayd e, Îsraîlê bidin sekinandin, Biçekirina Îsraîlê bidin sekinandin, Zarokên Xezzê jiyanê dixwezin û Îsraîl kujerê zarokan e, nerazîbûna xwe li hember piştgîriya siyasî û leşkerî ya Almanê ji Rejîma Siyonîst nîşan dan. Di vê kombûnê de tiwdîrên giran ên ewlehiyê cih hatin û polîs hin nerazî girtin. Bi sedan kes li Swêdê jî li ser vexwendina saziyên civaka sivîl bona nîşandayîna nerizamendiya li hember bêdengiya hikûmeta vî welatî li hember cinayetên cengê yên Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezzê xwenîşandan li dar xistin û ji hikûmeta Swêdê xwestin ji bo sekinandina demlidest a cinayetên cengê yên rejîma Siyonîst li Xezzê karekî bikin.