Albanîz: Waşîngton hejî bêdadîyê dike Natanyahu divê were desteserkirin
Raportera Taybet bi Mafên Filistînîyan a NY got ku hikûmeta Amerîkayê zêdetir ji dadê, hejî bêdadîyê dike.
Firançêska Albanîz di hevpeyvînekê da derbara piştgirîya hikûmeta Trump ji Netanyahu ku Dadgeha Laheyê ew tawanbarê jînosaydê nas kirîye da got: Hikûmeta Trump dewsa ku hejî dadê bike, zêdetir hejî bêdadîyê dike.
Vê rayedara NY ku Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê vê dawîyê ew bi heceta ``hewlên narewa û sedema şermê ji bo neçarkirina Dadgeha Navdewletî ya Cezayê ku dijî rayedar, şirket û rêvebirên amerîk û israyîlî rabin, boykot kirîye herwiha got: Welatê min Îtalîyayê digel Yûnan û Fransayê ku endamê Rêziknama Romê ne, rê dan Netanyahu ku ji ber tawana cinayeta cengê û cinayetên dijemerivantîyê ji hêla Dîwana Navdewletî ya Cezayê va li ber taqîbatê ye, bi balafira xwe ji esmanê wan ber bi Waşîngtonê va here ku ev yek nayê qebûlkirin.