Ûrsêtê hişyarî da Amrîkayê û hevpeymanên wê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i355310-Ûrsêtê_hişyarî_da_amrîkayê_û_hevpeymanên_wê
Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê derbara gefên emnî dijî vî welatî û Koreya Bakur da hişyarî da Waşîngtonê û hevpeymanên wê.
(last modified 2025-07-12T11:59:34+00:00 )
Tîrmeh 12, 2025 14:25 Asia/Tehran
  • Ûrsêtê hişyarî da Amrîkayê û hevpeymanên wê

Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê derbara gefên emnî dijî vî welatî û Koreya Bakur da hişyarî da Waşîngtonê û hevpeymanên wê.

Sergeyî Lavrov di hevdîtina tev hevtûşê xwe yê Koreya Bakur li vî welatî da got: Pişikdarîya leşkerên Koreya Bakur di şerê dijî hêzên ukraynî li parêzgeha Korskê da bi aşkirayî vê yekê piştrast dike ku rêkevtinameya istiratejîk a di navbera Ûrsêt û Koreya Bakur da ser bingeheke qahîm a ji bo biratîyeke derheq têkoşînê ye û têk naçe.

Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê ku di civîna Wezîrên karên Derve yên Civata Welatên Başûr- rojhilata Asyayê li paytexta Malezîyê da beşdar bibû, ji wir va derbasî şarê Wûnsan ê Koreya Bakur bû ku binkeyên mûşekî û deryayî yên vî welatî l iwir in.

Lavrov herwiha bi rêvebirên Koreya Bakur ra hevdîtin pêk anî.