Gotrêş: Rêyên dawîn ên rizgariyê li Xezzê tên birrîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i355188-gotrêş_rêyên_dawîn_ên_rizgariyê_li_xezzê_tên_birrîn
Sersekreterê NY li bara karesata mirovî ya li Xezzê li dû hovîtiya Siyonîstan pêhişyarî da.
(last modified 2025-07-04T11:29:45+00:00 )
Tîrmeh 04, 2025 08:54 Asia/Tehran
  • Gotrêş: Rêyên dawîn ên rizgariyê li Xezzê tên birrîn

Sersekreterê NY li bara karesata mirovî ya li Xezzê li dû hovîtiya Siyonîstan pêhişyarî da.

Antoniyo Gotrêş pêhişyarî da eger ku ardû derbasî Zîvala Xezzê nebe, wê dûhatên bikaresat hebe. Gotrêş nivîsî: Bêyî derbasbûna demlidest a ardûyê, ceribîngeh wê ji nav herin, ambûlans wê nekaribin birîndar û nexweşan veguhêzin û av nayê safîkirin. Wî pêgîrî kir NY amade ye û dikare alîkariyên mirovdostane bigihîne filistîniyên li Xezzê lê divê îzna wê hebe ku vê pêispartiyê bi awayekî ewleh û berfireh cih bîne. Eva di halekî da ye ku Rejîma Siyonîst pêşiya derbasbûna para zêde ya alîkariyên mirovdostane bo Xezzê girtiye û dewsa wê pilaneka dewsgirê wê teblîx dike ku xwe ji qanûnên NY vedidize.