Dewama xwenîşandanên Amerîkayê
Xwenîşandanên li hember siyasetên koçberiyê yên Donald Trump, serokomarê Amerîkayê, pekiyane çend bajarên din jî.
Xwenîşandan û nerazîbûnên ku li hember qanûnên koçberiyê yên Donald Trump li bajarên curbicur ên Amerîkayê ji bo roja çaran ên li dû hev didomin ji Losancilêsê destpê bûne û bajarên Dalas û Astîn li eyaleta Têgzasê, Fîladêlfiya li Pênsîlvaniyayê, Boston li Masaçosêtê û Têmpa li Filorîdayê jî tevlî xwenîşandanan bûne, bi dehan kes hatine girtin û hêzên polîs ji bo belavkirina xelkê narincokan bi kar tînin. Donald Trump basa şandina du hezar hêzên din ên ewlehiyê bo Kalîforniyayê kiriye û gef li Gavîn Niowsam, waliyê vî eyaletî, xweriye û ev tawan bar kiriye ku rola wî di pvçûnên vê dawiyê yên li Losancilêsê hebûye û dê wî birgirin. Xwenîşandanên li Amerîkayê hin bertek jî bi dû xwe ve anîne. Kilodiya Şênbaom, serokomara Mêkzîkê, şideta li xwenîşandana Losancilêsê şermezar kir û ji rayedarên amerîkî xwest di mijara koçberiyê de rêzê li qanûnê bigirin. Xwenîşandan, piştî girtina herîkêm 44 kesan ji aliyê hêzên dayireya Federal a Koçberiyê ve û li dû siyasetên dijwar ên îdareya Trump li hember koçberan,li Losancilêsê û dorhêla wê destpê bûn.