Lavrov: Operasyona taybet a leşkerî li Ukraynê dê were domandin
Wezîrê Derve yê Rûsiyê ragihand: Operasyona taybet a leşkerî ya vî welatî li Ukraynê dê berdewam bike lê Rûsiye amade ye ku bi awayekî hevgav tedbîrên dîplomatîk pêş de bibe.
Wezîrê Derve yê Rûsiyê Sergey Lavrov îro ragihand: Moskow amade ye ku her dema ku îmkana gotûbêjên beranber pêk were bi Amerîkayê re li ser aramiya stratejîk muzakirê bike.
Lavrov got: Operasyona taybet li Ukraynê dê berdewam bike lê Rûsiye amade ye ku bi awayekî hevdem tedbîrên dîplomatîk pêş da bibe. Encamên meydanî yên ku di dema operasyonêa taybet a leşkerî de hatine bidestxistin yê ji hêla hiqûqî va di dawiyê de bi fermî bên naskirin.
Artêşa Rûsiyê di 24ê Sibata 2022an de operasyona taybet a leşkerî li rojhilatê Ukraynê dest pê kir, ev operasyona Rûsiyê rastî rexneyên di asta cîhanî de hat.