Tevlibûna Ukraynê di nav YEyê da yê dûhatên kavilker hebe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i354904-tevlibûna_ukraynê_di_nav_yeyê_da_yê_dûhatên_kavilker_hebe
Serokwezîrê Hingarîyayê derbara tevlibûna Ukraynê di YEyê da hişyarîyeke tund da û got ku ev yeka yê dûhatên wê kavilker hebe.
(last modified 2025-05-30T11:44:06+00:00 )
May 30, 2025 12:45 Asia/Tehran
  • Tevlibûna Ukraynê di nav YEyê da yê dûhatên kavilker hebe

Serokwezîrê Hingarîyayê derbara tevlibûna Ukraynê di YEyê da hişyarîyeke tund da û got ku ev yeka yê dûhatên wê kavilker hebe.

Vîktor Orban ragihand ku raya giştî li Ewrûpayê qanih bûye heke Ukrayn bibe endamê YEyê yê pirsgirêkên mezin  dê derxe ku çareserkirina wan dijwar e.

Orban herwiha got: Ewrûpî ser vê bawerê ne ku wergirtina Ukraynê wek endam di YEyê da yê barekî mezin bide ser milê Ewrûpayê. Pirsa girîng asta bandordanîna nêrîna raya giştî ser sîyasetên rêvebirên ewrûpî ye. 

Serokwezîrê Hingarîyayê derbara dûhatên aborî yên bitaluke yên tevlikirina Ukraynê nav YEyê da hişyarî da û got: Ev biryar dê wek karesata darayî û xwekujîya aborî be. Herwiha yê di demeke dirêj da bibe sedema dûhatên kavilker ji bo abora Ewrûpayê.