Pêhişyariya Lavrov bo welatên rojavayî
May 29, 2025 19:16 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Rûsiyê got: Welatên rojavayî mijûlî girankirina meşqên bihandan ên leşkerî nêzî sînorên Rûsiyê ne.
Sêrgêy Lavrov got: Wer xuya dike welatên rojavayî ti dersek ji şaşitiyên xwe yên berê wernegirtine. Wezîrê karên derve yê Rûsiyê destnîşan kir: Piştî destpêbûna operasiyona leşkerî ya taybet, ev bi awayekî rêkxistinkirî rejîma Kiyêvê teyar kirin û nehîştin ku ew hevhatinekî ku Ûkraynê careka din vediguherî welatekî bêalî, qeydnenas û bêyî çekên navokî, pêk bînin. Lavrov got: Welatên Fenland û Swêd ku berî bêalî bûn ber bi NATO`yê ve kişandine û meşqên leşkerî ên bihandan di avê de û li ser axê nêzî sînorên me zêde kirine.