May 26, 2025 19:05 Asia/Tehran
  • Ji karketina mêtroyê û girêdana kolanan li Hindistanê piştî barana herî zêde ya sedsala buhurî

Bi destpêbûna baranên demsalê li Bembeiyê, paytexta aborî ya Hindistanê îro bû şehedê baranên herî giran ên sedsala buhurî.

Baranên giran li Bembeiyê bû sedem ku piraniya kolanên vî bajarî bikevin bi avê û rawestgehên mêtroyê ji kar bikevin. 

Baranên demsalê yên başûr rojava îro 16 rojan zûtir gihêştin Bembeiyê.

  Li gorî gotina rayedarên hewanasiyê ev barana  tund û guj rekora barana 107 salî ya Bembeiyê  derbas kir û bû sedem li Bembeyê û çendîn herêmên din  ên eyaleta Meharaştrayê rewşa awarte were ragehandin.

 Dayireya hewanasiya Hindistanê ragehandiye ku di rojên pêşber de navçeyên zêdtir li vî welatî dê bibin şehedê baranên demsalê.

Serepeyv