May 21, 2025 18:30 Asia/Tehran
  • Pop Leo: Bila pevçûn li Xezzeyê werin bidawîhanîn û alîkarî bên derbaskirin

Pop Leo careka din xwest ku şîdet û pevçûn li Xezzeyê werin bidawîhanîn û rê were dayîn ku alîkarîyên mirovdostane derbasî vê herêmê bên kirin.

Pop Leo rêberê katolîkên cîhanê ragihand ku ji ber rewşa Filistînê aciz e û xwest ku alîkarîyên mirovdostane derbasî Xezzeyê bên kirin û şîdet ku zarok, pîr û kal û nexweş berdêla wê didin, were bidawîhanîn.

Pop Leo wek rêberê katolîkan hema piştî ku hat hilbijartin, eva cara çendan e ku amajeyî rewşa Xezzeyê dike û dixweze ku demlidest agirbes were ragihandin. 

Serepeyv