Rêzbûna 63 kîlometrî ya neyarên hikûmeta Trump li Amerîkayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i354738-rêzbûna_63_kîlometrî_ya_neyarên_hikûmeta_trump_li_amerîkayê
Komeke xwenîşanderan li şarê Şîkago ser bi eyaleta Îlînvî ya Amerîkayê bi nîşana nerazîbûna himber iqtidarxwazîya hikûmeta Donald Trump rêz bûn, rêzbûna ku 63 kîlometran dirêj bû.
(last modified 2025-05-19T11:41:00+00:00 )
May 19, 2025 13:05 Asia/Tehran
  • Rêzbûna 63 kîlometrî ya neyarên hikûmeta Trump li Amerîkayê

Komeke xwenîşanderan li şarê Şîkago ser bi eyaleta Îlînvî ya Amerîkayê bi nîşana nerazîbûna himber iqtidarxwazîya hikûmeta Donald Trump rêz bûn, rêzbûna ku 63 kîlometran dirêj bû.

Wan welatîyên nerazî yên amerîkî li dijî tişta ku `` kiryarên neqanûnî û iqtidarxwazîyê`` yên Trump bi nav kirin, dest bi xwenîşandanê kirin. Ev rêzbûn û zincîra mirovî 63.5 kîlometran dirêj bû.

Hemî komên nerazî ji çalakên jîngehê bigire heta eskerên artêşê yên di şêrr da birîndar bûne, di nav nerazîyan da cî girtibûn.

Neyarên Trump li Şîkagoyê raghiandin ku li rex bi hezaran welatîyên amerîkî yên din ku rêzê li azadîyê digirin û pêbawerî li mafên merivan hene, em dîktatorî û gendelîya di hikûmeta Trump da şermezar dikin.