Xwenîşandanên berfireh li Londonê ji ber piştgîriya bi çekan a Îngilîsê ji Rejîma Siyonîst
May 16, 2025 20:15 Asia/Tehran
Hevgavê destpêbûna civîna muhakimeya ji bo şopandina dozeka hiqûqî ku hikûmeta Îngilîsê tawanbar dike di binpêkirina qanûnên navnetewî de bi rêya hinardekirina têkeyên leşkerî bo Rejîma Siyonîst, tevî ku di êrişên ser Xezzê de nayên bikaranîn, beşdar bûye, xwenîşandanên berfire li Londonê hatin lidarxistin.
Xwenîşanderan ji bilî ku hikûmeta Îngilîsê tawanbar dikirin ku bi awayekî rasterast tevlî jînûsayda li Xezzê bûne, daxwaza sekinandina hinardekirina çekên Îngilîsê bo Rejîma Siyonîst kirin. Wek bersiva li hember bangewaziya rêxistinên mafên mirovan, hinek xwenîşander li ber Dîwana Paşatiyê ya Dozgeriyê li Londonê kom bûn.