May 08, 2025 15:02 Asia/Tehran

Artêşa Pakistanê ragihand ku berevaniya esmanî ya wî welatî ji nîvê şeva borî ve 25 firokeyên bê firokevan ên Israyîlê çêkirine ku ji Hindistanê bo êrişa ser navçeyên curbicur ên Pakistanê hatibûn şandin, xistin xwarê.

Li gor jêderên Pakistanî, artêşa Hindistanê balefirên bê firokevan ên bi navê Haroop yên ku Israyîlê çêkirine bi kar tîne û artêşa Pakistanê jî ragihand ku bermayiyên firokeyên bê firokevan ên Haroop yên Îsraîlî ji deverên curbicur ên Pakistanê tên komkirin.

Di heman demê de wezîrê berevaniya Hindistanê ragihand ku di encama êrîşên  artêşa Hindistanê de herî kêm 100 terorîst hatine kuştin. Wî her wiha îddîa kir ku welatê wî niyeta zêdekirina aloziyan nîne, lê eger Pakistan gavekê bavêje, Hindistan paşve gav navêje.

Li gorî nûçeyeka din, wezareta berevaniya Hindistanê li bara êrişa ser sîstema berevaniya hewayî ya Pakistanê li Lahûr agahî da û Îslamabadê jî ragihand ku 40 heta 50 leşkerên Hindistanê hatine kuştin. Wezîrê Berevaniyê yê Pakistanê Xawace Mihemed Asif jî got: Firokeyên cengê û hêzên berevaniya esmanî yên vî welatî piştî êrişa mûşekî ya Hindistanê karîne 5 firokeyên cengê yên Hindistanê jorda bixin.

Artêşa Pakistanê herwiha ragihand, di encama êrişên mûşekî yên Hindistanê de ti ziyan negihîştiye ti leşker û navendên leşkerî û heta niha 31 sivîl di êrişên mûşekî yên Hindistanê de hatine kuştin.

Di heman demê de wezîrê karên derve yê Îranê li hevdîtina digel wezîrê karên derve yê Hindistanê bal kişand ser giringiya aramî û ewlehiyê li navça başûrê Asyayê ji bo Îranê û cîhanê û hêvî kir ku kêşeyên vê dawiyê bi dûrbînî û îradeya berpirsane ya aliyên peywendîdar çareser bibin.

Serepeyv