May 07, 2025 17:06 Asia/Tehran

15 rojan piştî êrişa terorîstî ya li Pehilgamê li Kişmîra Hindê ku di encamê da 25 welatîyên hindî û nepalîyek hatin kuştin, hêzên çekdar ên Hindê berbanga îro êrişî 9 cîyan li Pakistanê kirin.

Wezareta Berevanîyê ya Hindê ragihand ku ev operasyona 25 xulekan berdewam bû û binkeyên terorîstan ketin ber êrişê.

Li gorî daxûyanîya vê wezaretxaneyê, li wan binkeyana, plana êrişên terorîstî yên dijî Hindê dihat darêştin û birêvebirin.

Îro li çend eyaletên Hindê meşa berevanîya sivîl an meşqa sekinîna himber bûyeran ji bo welatîyan li 244 navçeyan hat lidarxistin.

Di encama êrişên piştî operasyona Sîndroyê li xeta kontrolkirina sînor da, bi dehan welatîyên sivîl ên hindî hatine kuştin û birîndarkirin.

Dewleta Hindê ragihandîye ku piştî operasyonê, 5 welat têkildarî mijrê haydar kirîye û ragihandîye ku di wan êrişana da, cîyên sivîl, aborî yan leşkerî nebûne armanc. 

Serepeyv