YE: Em li ser mijara navokî ya Îranê piştgîriyê didin dîplomasiyê
May 05, 2025 16:46 Asia/Tehran
Berpirsa Siyaseta derveya YE`yê li ser piştgîriya YE ji dîplomasiyê li ser mijara navokî ya Îranê pêkutî kir.
Kaya Kalas, berpirsa Siyaseta derveya YE`yê dibêje ku ew yekîtiya li ser mijara navokî ya Îranê piştgîriyê dide dîplomasiyê.
Kalas di peyamekî li X`ê de nivîsî: Ez bona pêgîriya li ser piştgîriya YE`yê ji dîplomasiya li ser mijara navokî ya Îranê û kêmkirina kêşeyan li navçê, bi Ebas Iraqçî, wezîrê karên derve yê Îranê re axivîm. Ev gotinên rayedara payebilind a Ewrûpayê li ser mijara navokî ya Îranê di halekî de raber dibin ku muhtemel e muzakirekirên îranî û amerîkî dawiya vê hefteyê dewûra çaran a muzakireyan bişopoînin.