May 03, 2025 15:38 Asia/Tehran
  • Hevgavê gurrbûna nakokiyan bi Hindê re Pakistanê mûşekek nû ceriband

Hevgavê gurrbûna nakokiyan di navbera Îslamabad û Dêhliya Nû de, Pakistanê ragihand ku mûşekeke bi birra 450 kîlometreyan ceribandiye.

Artêşa Pakistanê di daxuyaniyekê de got ku armanca ceribandinê nirxandina amadetiya ji bo operasyonê û diqeta sîstema mûşekî ya vî welatî bûye.

Hikûmeta Hindistanê kiryara Pakistanê ya ceribandina vê mûşekê karekî handêr bi nav kir. 

Artêşa Hindistanê roja Şemiyê ragihand ku ser Xeta Kontrolê ya cudakerê Keşmîrê, bo roja heştem li pey hev, bi artêşa Pakistanê re pevçûnek çêbûye, û hêzên Pakistanî bi avêtina  çekên sivik tawanbar kirine.

Serepeyv