Qutbûna berfireh a elektrîkê li Spanya û Porteqalê
Nîsan 28, 2025 15:47 Asia/Tehran
Çavkaniyên nûçeyan derbarê qutbûna berfireh a elektrkê li hinek ji deverên Spanya û porteqalê agahî dan.
Piştî qutbûna berfireh a elektrîkê, gelek çalakiyên rojane li hin deverên girîng ên Spanya û Porteqalê, ji wan li Madrîd û Lîsbonê hatine rawewstandin.
Medyaya Spanyayê ragihand ku li hinek ji deverên Fransayê û her weha li Sevil, Barselona û Valensiyayê jî elektrîk qut bûye.
Rêhesina Spanyayê jî seferên trênan rawestandine.
Hîna sedema qutbûnên berfireh ên elektrîkê li Spanya û Porteqalê nehatiye diyarkirin.