2 gulleavêtin li Karolînaya Amerîkayê, Êrişkar hat kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i354439-2_gulleavêtin_li_karolînaya_amerîkayê_Êrişkar_hat_kuştin
Li bajarokê peravê yê Karolînaya Başûr a Amerîkayê, di encama du gullevaêtinan de herî kêm 12 kes hatin kuştin an birîndar bûn.
(last modified 2025-04-28T11:18:15+00:00 )
Nîsan 28, 2025 11:17 Asia/Tehran
  • 2 gulleavêtin li Karolînaya Amerîkayê, Êrişkar hat kuştin

Li bajarokê peravê yê Karolînaya Başûr a Amerîkayê, di encama du gullevaêtinan de herî kêm 12 kes hatin kuştin an birîndar bûn.

Di  encama gulleavêtina li bajarê peravê  yê Mîrtêl Bîç de herî kêm 11 kes birîndar bûn û kesek ji aliyê polîsan ve hate kuştin.

Ev gulleavêtin hevgavê gulleavêtina din  li zanîngehekê li Karolînaya Bakur qewimî. Di encama gulleavêtina li hewşa Zanîngeha eyaletî ya  Elizabet Sîtî li başûra rojhilatê Karolînaya Bakurî, herî kêm kesek hat kuştin û şeş kesên din jî birîndar bûn.