2 gulleavêtin li Karolînaya Amerîkayê, Êrişkar hat kuştin
Nîsan 28, 2025 14:47 Asia/Tehran
Li bajarokê peravê yê Karolînaya Başûr a Amerîkayê, di encama du gullevaêtinan de herî kêm 12 kes hatin kuştin an birîndar bûn.
Di encama gulleavêtina li bajarê peravê yê Mîrtêl Bîç de herî kêm 11 kes birîndar bûn û kesek ji aliyê polîsan ve hate kuştin.
Ev gulleavêtin hevgavê gulleavêtina din li zanîngehekê li Karolînaya Bakur qewimî. Di encama gulleavêtina li hewşa Zanîngeha eyaletî ya Elizabet Sîtî li başûra rojhilatê Karolînaya Bakurî, herî kêm kesek hat kuştin û şeş kesên din jî birîndar bûn.