Zêde ji 200 rayedarên amerîkî xwestin pêşîya sîyasetên Trump bisekinin
Medyayeke amerîkî ragihand ku zêde ji 200 rayedarên ewlehîya netewî û dîplomatên berê yên amerîkî di nameyekê de xwestin ku pêşîya tişta ku ``êrişa kabîna Trump ser demokirasîyê `` bi nav kirine, bê girtin.
Li gorî rapora Kanala CNNê, rayedarên hanê ji ber kiryarên Serokomarê Amerîkayê yên li nav û derveyî welêt dilnigeran in û hişyarî dane ku ``bingeha exlaqî yê cîhanî yê Amerîkayê`` ji ber kiryarên Trump li ber xeterê ye, ji ber ku Trump li nav Amerîkayê û seranserê cîhanê êrişî istûn û xîmên demokirasîya vî welatî kirîye.
Navê bi dehan balyozên berê yên Amerîkayê ji wan Lînda Tomas- Girînfîld balyoza berê ya Amerîkayê li NY û Alêksander Worşbo Cîgirê berê yê Sersekreterê NATOyê û çend efserên malnişîn ên CIAyê di vê nameyê da xûya dike.