Nîsan 21, 2025 16:14 Asia/Tehran
  • Zaxarova: Ukraynê bi mûşekên Amerîkayê agirbes binpê kir

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsiyê wek berteka li himber binpêkirina agirbesê ji aliyê Ukraynê ve got ku artêşa Ukraynê bi mûşeka HIMARS a Amerîkayê agirbes binpê kiriye.

Mariya Zaxarova wek berteka li himber daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê ku derbarê dirêjkirina agirbesa di navbera Rûsiyê û UKraynê piştî eyda Pak e, hêvîdariya xwe daye diyarkirin got ku  aliyê ûkraynî bi mûşeka amerîkî ya HIMARS`ê agirbesa Eyda Pak binpê kiriye.

Vê Dîplomata payebilind di peyamekê de ragihand ku agirbes ji aliyê Rejîma Kiyêvê ve li heyamê eyda Pak jî nehat berçavgirtin. Herwiha ji bo binpêkirina agirbesê li Bankuwayê çekên Amerîkayê hatin bikaranîn.

Zaxarovayê tekez kir ku di dema rawestandina êrişên ser çavkanî û binesaziyên ardû û enerjiyê,  Vilodîmîr Zêlênskî, serokkomarê Ukraynê jî ew pesend kiribû , Kiyêvê çend caran binesaziya enerjiypê yên sivîl a Rûsiyê dabû ber êrişan.

Serepeyv