Nîsan 20, 2025 18:20 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana berfire ji bo piştgirîya ji Filistînê

Gelên welatên curbicur bi kombûn û xwenîşandanê, nerazîbûna xwe hibmer cinayetên Rejîma Sîyonîst ragihandin.

Li Tirkîyê bi hezaran kesî di xwenîşandanekê da piştgirî da gelê Filistînê û berdewamkirina cinayetên Rejîma Sîyonîst li Zîvala Xezzeyê şermezar kirin.

Xwenîşanderan ala Filistînê û wêneyên rêvebirên şehîd ên Bereya Berxwedana Filistînê ji wan Ismayîl Henîye û Yehya Sînwar dan destê xwe.

Alîgirên Filistînê li Swêd, Fransa, Australîya û Ingilîsê jî bi xwenîşandanekê xwestin ku cinayetên Rejîma Sîyonîst himber filistînîyên Zîvala Xezzeyê bên sekinandin. 

Serepeyv