Tetbîqata hewayî ya Amerîkayê û Koreya Başûr
Nîsan 15, 2025 17:32 Asia/Tehran
Li Nîvgirava Koreyê bi beşdariya balafirên B-1B û balafirên şer ên pêşketî tetbîqata hewayî ya hevpar a Amerîkayê û Koreya Başûr hat lidarxistin.
Armanca vê tetbîqata duyem ji destpêka îsal ve, nîşandana hêza leşkerî ya her du welatan li hember gefên îdiakirî yên Koreya Bakur hatiye ragihandin. Herwiha heftiya buhurî li avên Koreya Başûr tetbîqatek hevpar a deryayî hat lidarxistin. Tetbîqata leşkerî ya hevpar a Amerîkayê û Koreya Başûr, kareke kêşesaz li Nîvgirava Koreyê ye ku bi nîşandana hêza leşkerî li dijî Koreya Bakur, bêîstîqrariya li herêmê zêde dike.