Di şerrê Sûdanê de 12 mîlyon kes aware bûne
Nîsan 13, 2025 16:03 Asia/Tehran
Şerrê li Sûdanê ku ji dû salan berî nika ve berdewam e heta nika bûye sedema awarebûna 12 mîlyon kesî û di encama wê de 25 mîlyon kes tûşî birçîbûna giran ve bûne.
Wezareta tendirustiya Sûdanê ragihand ku 100 kes ji wan 10 kadroyên pizişkî li bajarê El Faşirê li Darfor a Bakûr li rojavaya Sûdanê di encama topbaran û bombebarana hewayî ya kempa Zemzemê li başûrê vî bajarî de ji aliyê koma çekdar a Hêzên Piştevaniya Lezgîn hatine kuştin û birîndarkirin.
Rêxistinên alîkarîgîhandin û Rêxistina Neteweyên Yekgirtî ragihandin ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn hemû tîma pizişkî ya kempa Zemzemê kuştine. Eva di halekî da ye ku awareyên kempa Zemzemê ji ber êrişên Hêzên Piştevaniya Lezgîn bi kêmbûna zav a kelûmelên hewce û pêwîst re rûbirû ne.