Nîsan 10, 2025 17:55 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana ji bo piştgirîya ji Xezzeyê li asta cîhanê

Piştgirên Filistînê li welatên curbicur careka din bi xwenîşandanekê xwestin ku qirrkirina gelê Xezzeyê were sekinandin.

Piştgirên Filistînê li Parîsê careka din daketin kolanan. Xwenîşanderên firansî dema derbasbûna ji ber çiqên firoşgehên piştgirê Rejîma Sîyonîst en fenanî Mek DOnald, Kerfor û HP, xwestin ku ew dikan bên boykotkirin.

Li 2 welatên Morîtanî û Megrib ên afrîqî jî xwenîşandanek ji bo piştgirîya ji gelê Xezzeyê hat lidarxistin. 

Li urdinê jî beşdarên xwenîşandana piştgirîya ji Xezzeyê xwestin ku balyozxana Urdinê were daxistin û berdewambûna cinayetên Rejîma Sîyonîst ên himber gelê Zîvala Xezzeyê şermezar kirin.

Li Lîbîyê jî xwenîşandanek bi merema şermezarkirina berdewambûna cinayetên Rejîma Sîyonîst û şerê li Xezzeyê hat lidarxistin.

Di dema kombûna ji bo piştgirîya ji gelê Filistînê da li Biruklîn û New Yorkê jî ala Israyîlê hat şewitandin. 

Serepeyv