Almanyayê niştecihkirina penaberan rawestand
Nîsan 08, 2025 16:02 Asia/Tehran
Almanyayê bi awayekî demkî niştecîkirina penaberan rawestand.
Hinek Çavkaniyên Wezareta Karên Hundir û Komîseriya Bilind a Penaberan a NY piştrast kirin ku Berlînê niştecîkirina penaberan bi awayekî demkî ji rêya bernameya NY’yê rawestandiye. Ev kiryar di saya zêdebûna nîqaşên derbarê siyasetên penaberan li Ewropayê tê kirin ku nîşana behsên berfirehtir derbarê wergirtina kesên awarebûyî ye.