Hejmara gorîyên erdheja li Mîyanmarê rabû 2719 kesî
Nîsan 01, 2025 16:00 Asia/Tehran
Hikimdarê leşkerî yê Mîyanmarê ragihand ku hejmara gorîyên erdheja li Mîyanmarê rabû 2719 kesî û çav li rê ye ku ev hejmara ji 3 hezar kesî derbas bibe.
Mîn Ang Hilaying hikimdarê leşkerî yê Mîyanmarê got ku 441 welatîyên mîyanmarî di encama erdhejê da bêseruşûn bûne û hê ti agahîyek derbara çarenûsa wan da tineye. Wî herwiha got ku di encama erdhejê da heta vê gavê 4 hezar 521 kes jî birîndar bûne.
Roja înîyê erdhejeke bi giranîya 7.7 rîşterî Mîyanmar hejnad ku di encamê da bi dehan avahî nemaze li Mandalay navenda çandê ya Mîyanmarê tep û wêran bûn.
Gellek ekîbên hawargiheştin û rizgarkirinê ji welatên curbicur çûne Mîyanmarê lê ji ber herifîna cade û balafirgehan hawargiheştin pêrgî pirsgirêkê bûye.