Rêxistina Efûyê ya Navdewletî xwest Netanyahu li Hîngarîyayê were destserkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i354045-rêxistina_efûyê_ya_navdewletî_xwest_netanyahu_li_hîngarîyayê_were_destserkirin
Rêxistina Efûyê ya Navdewletî ragihand ku gazîkirina Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst bo Hungarîyayê, piçûkirina qanûna navdewletî ye û Bûdapest divê wî bigire û radestî Dîwana Cezayê ya Navdewletî bike.
(last modified 2025-04-01T11:35:42+00:00 )
Nîsan 01, 2025 14:49 Asia/Tehran
  • Rêxistina Efûyê ya Navdewletî xwest Netanyahu li Hîngarîyayê were destserkirin

Rêxistina Efûyê ya Navdewletî ragihand ku gazîkirina Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst bo Hungarîyayê, piçûkirina qanûna navdewletî ye û Bûdapest divê wî bigire û radestî Dîwana Cezayê ya Navdewletî bike.

Serokê Beşa Lêkolînan a Rêxistina Navdewletî ya Efûyê got ku Benyamîn Netanyahu Serokwezîrê Rejîma Sîyonîst cinayetên cengê kirîye, birsîbûn wek çeka cengê li Zîvala Xezzeyê bi kar aînye, sivîl enqest kirine armanc û cinayetên dijemerivantîyê kirîye.

Rêxistina Navdewletî ya Efûyê herwiha ragihand ku her seredaneke Netanyahu bo welatekî endamê Dîwana Cezayê ya Navdewletî bêyî girtina wî, Rejîma Sîyonîst bo cinayetan han dide.

Biryar e ku Netanyahu sibê ango çarşemê seredana Hungarîyayê bike. Ev, yekem seredana wî ya welatekî endamê Dîwana Cezayê ya Navdewletî ji dema derxistina hikma girtina wî bi tawana cinayetên dijemerivantîyê û cinayetên cengê li Xezzeyê ye k udi 21ê Mijdarê da hat derxistin.