Li Nepalê nerazîbûn; 2 kes hatin kuştin û 45 kes jî hatin birîndarkirin
Adar 29, 2025 19:12 Asia/Tehran
Di encama pevçûna di navbera hêzên emnî yên Nepalê û nerazîyên himber hikûmeta vî welatî da, herîkêm 2 kes hatin kuştin.
Di encama pevçûna di navbera hêzên emnî û nerazîyên xwazyarê vegera pergala paşatîyê da li Katmando paytexta Nepalê, herîkêm 2 kes hatin kuştin û herîkêm 45 kes jî hatin birîndarkirin.
Pevçûna di navbera nerazîyên piştgirê paşayê berê yê Nepalê û hêzên emnî yên vî welatî da, li devera Tînkone`yê derket.
Polîsên dijeşoreş ên Nepalê jî ji bo belavkirina nerazîyên ku dil hebûn ber bi parlimana vî welatî va herin, ava guj, gaza îsotê û kêzm bi kar anîn. Di encama vê pevçûnê da çend avahî û maşîn hatin şewitandin.
Hikûmeta herêmî ya Katmandoyê jî li çend navçeyan hikûmeta leşkerî ya demkî ragihandîye.