Adar 29, 2025 16:09 Asia/Tehran
  • Hejmara gorîyên erdheja li Miyanmarê ji hezar kesî derbas bû

Roja înîyê erdhejeke bi giranîya 7.7 rîşterî welatê Mîyanmar û hin navçeyên Taylendê hejand, di encamê da heta nika zêde ji hezar kesî can daye û bi sedan kes jî birîndar bûne.

Li gorî rapora televîzyona dewleta Mîyanmarê, di encama erdheja li vî welatî da heta vê gavê hezar û 2 kesî can daye û herîkêm 2300 kes jî birîndar bûne.

Rêxistina Şopandina Rewşa Erdê ya Amerîkayê texmîn kirîye ku hejmara gorîyan diqewime rabe 10 hezar kesî.

Piştî erdheja giran a di roja înîyê da, heta nika 14 paşhej jî li Mîyanmarê qewimîne.

Li Bankoka paytexta Taylendê jî gellek avahî hilweşîyane.

Li gorî raporan, li Bankokê herîkêm 6 kesî can daye û 26 kes jî birîndar bûne û bi sedan kes jî bê ser u şûn bûne. 

Serepeyv