Hêsrbûna cîhanê ji ber cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezzeyê
Pêla dijberî û xwenîşandanên li dijî êrişên nû yên Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê ku duh dest pê kiriye li welatên curbicur berdewam e.
Hevkarî û çira kesk a Serokkomarê Amerîkayê Donald Trump ji bo pêleke nû ya êrişên Tel Avîvê bû sedema xwepêşandanên berfireh li dijî vê hevkariyê.
Li Amerîkayê, alîgirên Filistînê li kombûnekek nerazîbûnê li ber Koşka Spî daxwaza azadiya Filistînê û bidawîkirina î Jînosayda li Xezzeyê kirin û daxwaza bidawîanîna alîkariyên leşkerî yên Amerîkayê bo Îsraîlê kirin.Xelkê welatên ewropî jî li dijî van cinayetan û lihevkirina Amerîka bi Telavîvê daketin kolanan û li Parîsê jî mîtîngek bo protestokirina dubarekirina êrişên berfireh ên Rejîma Siyonîst hat lidarxistin.
Bi hezaran welatiyên holendî jî ji bo piştevaniya ji zîvala Xezzeyê daketin kolanan û ev kiryara hovane ya Rejîma dagîrker a Siyonîst bi duruşmên dijî Îsraîlê şermezar kirin.Welatiyên Merakişê jî bi xwepêşandanan ev êriş şermezar kirin.
Li Şîlî û Îtalyayê jî alîgirên Filistînê li ber balyozxaneya Amerîkayê kom bûn û piştgiriya Amerîkayê ji Îsraîlê şermezar kirin.Pêla vê dawiyê ya hovîtiyên Rejîma Siyonîst li Xezzeyê bûye sedema şehîdbûna zêdetirî 450 kesan û ev Rejîm bêyî berçavgirtina nerazîbûnên cîhanî cinayetên xwe berdewam dikee.