Pevçûna di navbera koçber û polîsan li Parîsê de
Adar 18, 2025 16:30 Asia/Tehran
Hêzên polîsê dije ajaveyan îro 450 koçberan ji cihê demkî yê mayîna wan li Parîsê derxistin.
Koçberên ku para zêde ya wan afrîqî ne ji destpêka demsala sirê ve li avahiyekê li Parîsê diman. Şarevaniya Parîsê duh fermana valakirinê dabû. Dema derxistina van koçberan di navbera wan û polîsan de hin pevçûn derketin û di eynî demê de hejmarek ji parlimanterên Meclisa Firansayê nerazîbûna xwe li hember derxistina koçberan diyar kiribûn.