Dilnigeraniya Sekreterê Giştî yê NY ji zêdebûna tirsandina ji îslamê li cîhanê
Sekreterê Giştî yê NY bal kişand ser wê yekê ku nijadperestiyên dijî misilmanan li seranserê cîhanê di halê berfirehbûnê ye û bang li platformên biroj kir ku di vî warî de belavkirina gotinên nefretê û azad û îzakirinê kontrol bikin û diyar kir ku li seranserê cîhanê çavsoriya li dijî misilmanan her ku diçe zêde dibe.
Sekreterê Giştî yê NY Antonyo Gutrêş bi minasebeta Roja Cîhanî ya li dijî tirsandina ji îslamê peyamek vîdyoyî belav kir û hişyarî da ku li seranserê cîhanê li dijî misilmanan kiryarên bi nefret hene, û ev yek dilnigeranker da zanîn .
Komên mafên mirovan li cîhanê û NYji destpêka êrişa leşkerî ya kujer û wêranker a rejîma Siyonîst li ser Xezzeyê di 7ê Cotmeha 2023an de, raporek derbarê zêdebûna tirsandina ji îslamê û demargirjiya dijî Ereban û dijberiya li himber cihûyan li seranserê cîhanê belav kirine.