Hikûmeta porteqalê hiweşiya
Adar 12, 2025 17:01 Asia/Tehran
Hikûmeta navendî ya rastgir a Porteqalê piştî ku nekarî ji parlemanê dengê pêbaweriyê bi dest bixe, hilweşiya.
142 nûnerên parlemana Poreteqalê Şeva borî (Sêşem) dengê Na dan hikûmeta kêmîne ya serokwezîrê vî welatî, Luis Montenegro û 88 endam jî dengê erê dan wê. Opozisyona Porteqalê peymanên hikûmeta Montenegro ligel kompaniya şêwirmendiyê ya ku ji aliyê serokwezîr ve hatiye damezrandin biriye bin pirsê û daxwaza dengdana bêbaweriyê ji hikûmeta wî re kiribûn.
Tenê yanzdeh meh ser emrê hikûmeta Montenegro re derbas bûne û piştî ku serokê Porteqalê Rebelo de Sousa bi partiyan re şêwirî û hilbijartinên parlemanê pêk hatin, ev hikûmet dê bi awayê demkî xebata xwe bidomîne.