Kêmbûna bêmînak a azadiyên medenî yên amerîkiyan di hikûmeta Trump de
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i353724-kêmbûna_bêmînak_a_azadiyên_medenî_yên_amerîkiyan_di_hikûmeta_trump_de
Saziya çavdêr a Civics`ê wek berteka li himber biryarên Serokomarê Amerîkayê, Trump dijî mafên medenî û azadiyan li vî welatî, ragihand ku di raporta sala 2025`ê ya binpêkirina mafên medenî de, Amerîka di rêza welatên weke Kongo de cih girtiye.
(last modified 2025-03-10T11:06:51+00:00 )
Adar 10, 2025 13:39 Asia/Tehran
  • Kêmbûna bêmînak a azadiyên medenî yên amerîkiyan di hikûmeta Trump de

Saziya çavdêr a Civics`ê wek berteka li himber biryarên Serokomarê Amerîkayê, Trump dijî mafên medenî û azadiyan li vî welatî, ragihand ku di raporta sala 2025`ê ya binpêkirina mafên medenî de, Amerîka di rêza welatên weke Kongo de cih girtiye.

Rêxistina Civics ku di warê mafên medenî û azadiyên civakî de çalak e, îro di daxuyaniyekê de ragihand ku navê Amerîkayê ji ber kêmbûna giran a azadiyên medenî, li kêleka Komara Demokratîk a Kongo, Îtalya, Pakistan û Sirbistanê de cih girtiye.

Li gorî lîsteya çavdêriyê ya saziya  CIVICS`ê, ku alûgurên azadiyên medenî li 198 welatan dişopîne, welatên din ên ku di van salên dawî de li lîsteyê hatine zêdekirin Zimbabwe, Arjantîn, Êl Salvador û Îmarat cih digrin.

Civics her wiha hişyarî da ku biryarên Trump dijî mafên sivîlan dê azadiyên medenî  û destkeftiyên mafên mirovan li seranserê cîhanê têk bibin.