Tedbîrên Çînê dijî siyasetên bacê yên Amerîkayê
Adar 04, 2025 18:19 Asia/Tehran
Wek berteka li hember sepandina bacên zêde ji aliyê Waşîngtonê ve li ser kelûmelên Çînî, berdevkê wezareta bazirganiyê ya Çînê ev kar şermezar kir û tedbîrên Pekînê li hember wê rave kirin.
Berdevkê wezareta bazirganiya Çînê ragihand: Karê yekalî yê Amerîkayê bona zêdekirina bacan, derbê li pergala bazirganiya çendalî dixwe û xercên şîrket û bikirên amerîkî zêde dike û bingehên hevkarîya aborî û bazirganî di navbera Çîn û Amerîka de lawaz dike. Anegorî qanûnên têkildar û nirxên bingekîn ên mafên navnetewî, komîteya bacên gomrikî ya wezareta bazirganiya Çînê biryar daye ji 10`ê Adarê ve, li ser hin kelûmelên ku ji Amerîkayê tên kirrîn, bacê bisepîne.